DÊRSIM - Bi rêbazên kevn qehweya kizwanan çêdikin: ‘Derman e!’

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kizwan Qehwe Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Kurmeşê yê navçeya Pêrtagê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê bi rêbazên kevneşop qehweya kizwanan tê çêkirin.

Darên kizwanan diweşînin û wan di hawaneke kevir ku jê re dibêjin “sikot” de dihêrin.

Bi rêbazên kevneşop qehweyeke taybet û xwezayî çêdikin û difiroşin.

“Derman e”

Welatî Mahmut Irmak got:

“Payîzê kesk dibin lê beriya wê sor in. Em li bin daran çadirê radixin û bi şivikan wan dadiweşînin.

Piştre dişon û li ber tavê ziha dikin. Wan heb heb dikin û dineqînin. Piştre li ser sêlê diqelînin û dihêrin.”

Hejmareke zêde ya şêniyên vî gundî li derveyî Tirkiyeyê dijîn û demsala havînê serdana gundê xwe dikin.

Li gorî wan qehweya kizwanan ji bo gelek nexweşiyan jî derman e.

Welatî Semi Ber jî da zanîn:

“Dema ku ez diçim Almanyayê bi xwe re dibim. Ez bi şewbê ketibûm û ez pê baş bûm.

Mirov dikare zeyta wê jî vexwe, hem ji bo qiriqê û hem jî ji bo mîdeyê gelekî baş e.

Bi giştî xwezayî ye û di nav de ti madeyeke kîmyayî nîne.”

Gundê Kurmeşê ji 400 malan pêk tê û çavkaniya debara jiyana wan ajeldarî ye.

Li gund hejmareke zêde ya darên kizwanan jî hene ku berhema wan tê komkirin û ji bo qehweyê tê bikaranîn.

Qehweya ku tê çêkirin jî kîloya wê bi 300-400 lîreyan tê firotin ku nêzîkî 12 dolaran dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst