Li Xarpêtê qeza: 9 kes birîndar bûn

28-09-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Depê ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê,  du otomobîl li hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Otomobîla Mîrzalî Y. diajot û otomobîla şofêrê wê  Yavuz K. ser rêya gundê Gundegdiyê li hev qelibîn.

Di qezayê de tevî her du şofêran 9 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyer.

Hat zanîn ku rewşa 4 birîndaran dijwar e.

Ambulansan birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Depê û Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst