Dikandar zarokê 10 salî kuşt, xirecir kiriye

28-08-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Zarok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, dikandarekî ji ber derxistina xirecir û qerebalixê zarokekî 10 salî kuşt.

Li Taxa Guzelvadiyê ya navçeya Şahînbegê şeva borî dikandarekî sebzefiroş bi hinceta ku zêde deng derxistiye û xirecir kiriye bi çifteyê gule berda Emîr Bakî Bayindirê 10 salî û ew bi giranî birîndar kir.

Dikandar piştî guleberdanê ji cihê bûyerê reviya.

Kesên li derdorê yekser Emîr Bakî Bayindir bir nexweşxaneyeke taybet a nêzîkî cihê bûyerê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê zarokê 10 salî canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê termê Bayindir bir morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Dîlokê.

Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrişkar dest bi xebatê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst