Li Kilîsê otomobîlek li motorsîkletekê qelibî: Kesek mir û kesek jî birîndar e

28-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kilîs Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê motorsîkletek qulibî û otomobîla li pey lê qelibî.

Di encama bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Derengê şevê li ser rêya Kilîs-Dîlokê motorsîkleteke ku 2 kesên bi navê  Î.B. û M.U. lê siwar bûn qulibî.

Otomobîla li pey wê jî leza xwe kontrol nekiriye û li wan daye.

Di encamê de ji 2 kesên li ser motorsiklêtê kesekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Tîman M.Uyê birîndar veguhest Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşcayê.

Cenazeyê Î.B jî veguhest morga heman nexweşxaneyê.

Herwiha şofêrê otomobîlê M.A jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst