Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, li Zaxoyê şewitîna otomobîla Mihemed Mîrza ji ber teqîna bombeyekê bûye û got, “Bûyer terorîstî bû û yên ku kirin ji aliyê PKKyê ve hatibûn şandin.”
Êvara 23ê Tîrmehê li ser cadeyeke Zaxoyê agir bi otomobîlekê ketibû û otomobîl bi tevahî şewitîbû.
Berdevkê Polîsê Zaxoyê ragihandibû ku otomobîl a efserê xanenişîn Mihemed Mîrza bûye.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Êvara roja 23ê Tîrmehê, efserekî kedkar Mihemed Mîrza, li bajarê Zaxoyê di encama êrişeke terorîstî ya ku bi bombeyekê hate kirin de mixabin şehîd ket.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Piştî lêkolînan delîlên pêwîst li ser kes û koma terorîst a ev kiryara terorî pêk aniye berdest in ku ji aliyê PKKyê ve hatine şandin.”
“Bombek bi otomobîla wî ve kirine”
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de her wiha behsa hûrgiliyên teqînê jî kir û got:
“Tohmetbar, sibeha 23ê Tîrmehê bi otomobîleke plakeya sexte derbasî bajarê Zaxoyê bûne û wan çavdêriya mala efserê xanenişîn Mihemed Mîrza kiriye.
Demjimêr 04.00ê sibehê bombeyek bi otomobîla wî ve kirine û wan di demjimêr 19.49an de li kolaneke giştî ya Zaxoyê bombe ji dûr ve bi kumandayekê teqandiye.”
“PKKyê plana kuştina efserên dezgehên asayîşa Herêma Kurdistanê daniye”
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman, “Zanyariyên tam di destê me de hebûn serkirdayetiya PKKyê plan daniye ku hejmarek efserên dezgehên asayîşa Herêma Kurdistanê û hêzên serbazî bike armanc.
Ji bo pêkanîna planê, çend yekîneyên xwe erkdar kiribûn û di çêkirin û danîna bombeyan de perwerde dabû wan. Wan kesan hewla derbasbûna nav Herêma Kurdistanê daye.”
Tevî daxuyaniyê vîdeoyek jî hat weşandin ku tê de kesek bombeyekê bi otomobîla Mihemed Mîrza ve dike.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, berpirsên wê teqînê her li ku bin dê berdêla wê bidin û wan ji bo vê yekê tedbîr standine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse