Peravên Gola Wanê yên ku nû hatine dîtin li hêviya geştyaran in

28-07-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Gola Wanê Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peravên Gola Wanê yên ku nû hatine kişfkirin li hêviya geştiyaran in.

Peravên Gola Wanê yên li navçeya Westanê ya Wanê di van demên germ de bi xweza, plaj û ava paqij bala jîngeparêz û geştyaran dikşînin.

43 endamên Komeleya Kluba Werzîşê ya Geliyan û Xwezayê ya Wanê, piştî meşa 3 demjimêran gihiştin herêma Axînê ya ku rê lê nîne.

"Rêya otomobîlan nîne"

Serokê Komeleya Kulûba Werzîşê ya Geliyan û Xwezayê ya Wanê Omer Demez got:

"3 roj in ku em li kampa xwezayê ne. Ev der li navçeya Gevaşê li gundê Înê ya herêma Axînê ye. Herêma Axînê bi pêyan 3 demjimêran ji gundê Axînê dûr e. Rêya otomobîlan nîne, em ser çiyê re bi meşê hatin.”

Li herêma Axînê ku xeta telefon û înternetê nakişîne û fêkiyên xwezayî lê zêde ne, geştyar û jîngeparêz ji jiyana rojane dûr, şev û rojên bextewar derbas dikin.

"Divê her kes vê derê bibîne"

Jîngeparêz Mihemed Turken jî li ser balkêşiya herêmê hestên xwe anîn ziman:

“Erdnîgariyeke gelekî xweş û paqij e ku divê her kes bibîne. Ji ber ku destwerdan tê de nehatiye kirin, ji fêkiyên xwezayî heta ajelên kovî ku berê nehatine dîtin gelek tiştên xwezayî hene. Li Axînê dîmenên avabûnê rojê û hilatinê wê gelekî çeleng in.”

Serokê Şaxa Saziya Kompanyayên Geştyariya Tirkiyeyê (TURSAB) ya Wanê ji Rûdawê re ragihand, sala 2022an 2 milyon û 735 hezar geştyaran serdana Wanê kiriye ku milyonek û 685 hezar ji wan geştyarên biyanî bûne û milyonek û 50 hezar jî geştyarên xwecihî bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst