Kurdên Rojavayê Kurdistanê li kampê cejn pîroz kirin

28-06-2023
Huner Reşîd
Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi hev re cejnê pîroz dikin
Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi hev re cejnê pîroz dikin
Nîşan Cejna Qurbanê Kampa Domîz Penaberên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Duhokê dimînin, dibêje ku ew qet zarokên xwe ji cejnê bêpar nakin û herdem cil û kelûpelên cejnê bo wan amade dikin, sibeha cejnê hemû li mala mezin kom dibin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li kampên Duhokê dimînin bi hev re cejnê pîroz dikin.

Dayîka Selah a ev 11 salin weke penaber  li Kampa Domîz a Duhokî dijî, ligel neviyên xwe cil û ber û şêrinayên cejnê ji bazara kampê kirin.

Dayîla Selah dibêje: “Ev 22 cejnin li vê derê derbas dikin, em her çend penaber bin jî zarokên xw ji cejnê mehrûm nakin, em ji wan re cil û bergan, fekîyan û her tişt dikirrin. Cejnên me gelek xweş in.”

Di roja yekem a cejnê de malbatên penaber kom bûn û cejna hev pîroz kirin û bi hev re xwarina taştê xwarin.

Penaber Yasmîn Mehmûd jî got: “Xweşiya vê cejnê ew e ku em hemû tên mala mezin û cejna xwe bi hev re pîroz dikin. Zarokên me diçin cejnê û ew kêfxweş in. Cejn bi hev re xweş e û em pêkve ne.”

Tevî ku xelkê kampê bi kêfxweşî pêşwaziyê li cejnê dikin, lê beşek ji gencên kampê xweziyê li cejnên zarokatiya xwe tînin ku dema li Rojavayê Kurdistanê bûn.

 Penaber Elî Omer jî got: “Dema zarok tên cejnê, zarokatiya min dema em li Rojavayê Kurdistanê bûn tê bîra min, tahmeke xweş a wan cejnan hebû. Tu dizanî ev der kamp e û her çend xweş be jî nabe weke ya wan rojên berê.”

Mezintrîn kampa penaberan li Duhokê Kampa Domîz e, derdora 29000 hezar tê de dijîn. Li seranserî parêzgeha Duhokê 5 kampên penaberan hene û 54000 kes têde dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst