Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Zanîngeha Rojavayê ragihand ku biryarên Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê li gorî hêviyên me nînin
Meclisa Zanîngeha Rojavayê li ser pêvajoya entegrasyonê û paşeroja saziyên perwerdeyê daxuyaniyek belav kir.
Meclisê diyar kir ku biryarên Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê daxwazên wan bi cih neanîne û ji rastiya herêmê dûr in.
Zanîngeha Rojavayê anî zimên ku wan ji roja destpêkê ve piştgirî daye pêvajoya entegrasyonê û ji bo vê yekê mehên derbasbûyî amadehiyên gelekî cidî kirine.
“Biryar li gorî hêviyên me nînin”
Li gorî daxuyaniyê, piştî civîna Meclisa Zanîngehê û nirxandina daxwazên hemû xwendekaran, derket holê ku biryarên Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê li gorî hêviyan nînin.
Meclisa Zanîngeha Rojavayê dest nîşan kir ku ew biryar bersiva daxwazên wan ên rewa nadin û ji rastiya akademîk, civakî û dîrokî ya herêmê bi temamî dûr in.
Daxwazên sereke yên Zanîngeha Rojavayê
Zanîngehê ji Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê xwest ku taybetmendiya herêmê û Kurdîbûna Zanîngeha Rojavayê bi awayekî cidî li ber çavan bigire.
Her wiha hat xwestin ku Zanîngeha Roajvayê di vê sala xwendinê de bi hemû statuya xwe wekî xwe bimîne, heta ku di encama diyalogan de peymaneke hevseng a ku taybetmendiya wan a neteweyî, akademîk û çandî diparêze were peydakirin.
Yek ji daxwazên din jî ew e ku garantî were dayîn daku ti beş neyê girtin, çimkî ev beş ji bo pêdiviyên civakî, akademîk û jiyanî yên herêmê hatine avakirin.
Zehmetiya ziman û aboriyê
Meclisê bi bîr xist ku xwendekarên Kurd 12 sal in perwerdeya xwe bi zimanê Kurdî dibînin û got:
"Derbasbûna ji bo fakulte û zanîngehên Erebî dê gelekî zehmet û pirsgirêk be."
Li ser rewşa aborî jî hat diyarkirin ku ji ber şertên giran ên aborî, xwendekar û malbatên wan bi ti awayî nikarin mesrefên giran ên xwendina li parêzgehên din hilgirin.
Zimanê Kurdî û Erebî bi hev re
Zanîngehê ragihand ku pêvajoya hevyazbariyê ya ku berê hatibû ragihandin dê berdewam be û ew dê encamên wê di demeke nêz de ragihînin.
Zanîngeha Rojavayê eşkere kir ku ew dê bêyî ku bi ti awayî bi paş ve gavê biavêjin, karên xwe yên îdarî û perwerdeyê bidomînin.
Ev xebat dê heta avakirina zanîngeheke taybet û xweser a ku zimanê perwerdeyê tê de duzimanî (Kurdî-Erebî) be û hemû beşên wê bên parastin, bidomin.
Banga ji bo diyalogê
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo wan rûmet e ku Zanîngeha Rojavayê bibe beşeke çalak û afirîner a pergala xwendina bilind a li Sûriyeyê.
Lê belê hat xwestin ku ev sala li pêş ji bo diyalogeke avaker û akademîk a li ser paşeroja zanîngehê were veqetandin.
Her wiha Meclisê destnîşan kir ku divê maf û paşeroja xwendekar û mamosteyên ku di 10 salên borî de kedeke mezin daye û zehmetî kişandiye werin parastin.



