Bakirhan: Rêya çareseriyê naskirina statûya gelê Kurd e

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tuncer Bakirhan AKP MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku rêya çareseriyê naskirina statûya gelê Kurd e.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe de axivî.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişa Îsraîlê ya li hemberî kampa sivîlan a li Refahê û ew êriş şermezar kir.

Bakirhan da zanîn ku xelkê Filistînê bi tenê nîne û helwesta hêzên navneteweyî jî rexne kir.

Bakirhan ameje bi darbeya 27ê Gulanê ya 1960î kir û got:

“Bi vê darbeyê re destûra bingehîn hat betalkirin, serokwezîrek hat darvekirin.

Em vê darbeyê şermezar dikin. Yên ku digotin em berdewamiya Partiya Demokrat in, niha mil dane milên kesên danezana darbeyê xwendin û bi hev re li îktîdarê ne.

Mekanîka darbeyê ya li Tirkiyeyê hîn jî nûjen e. Yên ji darbeyê herî zêde bibandor dibin em in û em dê her tim li dijî wê derkevin.“

"MHP dê dawiya AKPyê bîne"

Bakirhan bangî AK Partiyê kir ku dawî li tîfaqa bi MHPyê re bîne û wiha got:

Hûn û şirîkê xwe JÎTEM bi hev re vî welatî birêve dibin.

Heta ku ev tifaqa we bidome dê kesên bertîlê didin, bazirganên madeyên hişber neyên girtin û darizandin.

Rêya pêşîlêgirtina rizîbûna heyî, bidawîkirina tifaqa bi JÎTEMê re ye.

Piştrast bin aktorê sereke yê tevahiya van krîz û aloziyan MHP ye. Dê di dawiya dawî de MHP dawiya AKPyê jî bîne.

Çareseriya pirsgirêkan pir hêsan e. Ji bo welatekî demokratîk, Tirkiyeyîbûna ku statûya gelê Kurd nas bike, li ser bingeha hemwelatîbûna rêya çareseriyê ye.

Ev, dê mekanîzmaya darbeyê jî tune bike. Ji bo welatekî demokratîk, divê modêleke çareseriyê yê statûya gelê kurd nas dike hebe.

Tapûya veguherîna demokratîk a welat, destûreke bingehîn a demokratîk e."

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst