WAN - Komeke jîngehparêzan seyrangehan paqij dikin

28-05-2024
Mihemed Emîn Demir
Komeke jîngehparêzan seyrangehan paqij dikin
Komeke jîngehparêzan seyrangehan paqij dikin
Nîşan Wan Jîngehparêz Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komeleya Kulûba Werzîşê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê, li kêleka werzişê, jîngeparêziyê jî dikin.

Endamên komeleyê vê hefteyê daristana Gola Sixkeyê paqij kir.

Endamên komeleyê gazinan ji pîskirina jîngehê dikin û dibêjin, ew nikarin temamiya daristanekê paqij bikin, tenê deverên ku xelk wekî seyrangeh bikar tînin paqij dikin.

Endamên komeleyê herwiha ji xelkê xwest ku gilêş û zibilê xwe li pey xwe nehêlin û neçin.

Endamên Kulûba Werzîşê ya Gelî û Xwezaya Wanê her hefte devereke geştyarî û dîrokî ya Wanê didin naskirin û balê dikşînin ser parastin û paqijiya jîngeha deverê.

Serokê Komeleya Kulûba Werzîşê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê Omer Demez ji Rûdawê re got:

“Rewşa li vê derê heyî ne hêjayî xwezayê ye. Me bi dostên xwe re beşeke Daristana Ataturk a Gola Sixkeyê paqij kir.

Helbet ne pêkan e ku em hemû daristanê paqij bikin. Qadeke gelekî mezin e.

Me qada ku herî zêde mirov lê rûdinên û seyranê dikin paqij kir.”

Zibil û xaşakeke zêde heye

Kulûba Werzîşê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê her hefte herêmeke geştyarî û dîrokî ya Wanê dide nasîn û ji bo parastina xwezayê bang li welatiyan dike.

Jîngehparêzekî jî got:

“Daristaneke gelekî xweş e. Ji ber ku mirovên me bi nezanî bi kar anîne zibil û xaşakeke zêde heye. Bi rastî cihê xemgîniyê ye.

Ez wekî jîngehparêzekî vê yekê şermezar dikim.

Divê mirovên me bi baldarî tevbigerin. Xweza ya me hemûyan e, siberoja me ye.

Ji bo zarokên me di xwezayeke qirêj de mezin nebin, çi ji destê me tê em dê bikin.”

“Paqijiya herî mezin qirêj nekirine”

Jîngehparêzê bi navê Mahmut jî li ser vê yekê bangî xelkê kir ku li ser parastina xwezayê baldar bin û got:

“Gelek zibil û xaşak avêtine vê derê. Mixabin mirovên me girîngiyê nedane û ev der qirêj kiriye.

Zibil, tûrik û şîşeyên xwe yên camê avêtine.

Em wekî Tîma Gelî û Xwezayê hatin vê derê paqij bikin.

Xwezî nehatiba qirêjkirin û me jî paqij nekiriba. Paqijiya herî mezin qirêj nekirine.”

Wan bajarekî geştyarî ye û havîn û zivistanan bi hezaran geştiyar ji bo dîtina xwezaya wê diçin serdana wê parêzgehê.

Şaxa Saziya Kompanyayên Geştyariyê yên Tirkiyê (TURSAB) ya Wanê ji Rûdawê re ragihand ku sala 2023yan 2 milyon û 180 hezar geştyar çûne Wan ku milyonek û 580 hezar geştiyarên biyanî û 600 hezar jî geştiyarên xwecihî bûne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst