Li Rihayê êrişa bi çekê: Kesek hat kuştin

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Êrişa Çekdarî Hasan Hag Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî  di êrîşeke çekdarî de welatiyek hat kuştin.

Li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê, şeva borî li pêş malekê hinek kesan bi çekê êrişî Hasan Dagê 36 salî kir.

Di êrîşa çekdarî de Hasan Dag bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Hasan Dag bir Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akif Înan a Rihayê.

Tê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Hasan Dag canê xwe ji dest da.

Kesên êriş pêk aniye heta nehatine tesbîtkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst