Li Dêrsimê sextekariya berhemên dîrokî: 25 kes hatin desteserkirin

28-03-2025
Ali Haydar Gozlu
Berhemên sexte / Wêne: Rûdaw Grafîk
Berhemên sexte / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Dêrsim Sextekarî Berhemên Dîrokî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Di operasyonekê de 25 kes hatin desteserkirin ku bi tohmeta bi sextekariya berhemên dîrokî 50 milyon lîreyên Tirkî ji xelkê standine.

Sextekariya peykeran a li herêmên gundewarî yên Dêrsimê veguheriye diziyeke mezin.

Gumanbaran bi nexşeyên ku bi xwe xêz kirine cih diyar kirine û paşê jî ew cih li xelkê herêmê dane kolandin.

Gumanbaran ku pêştir hinek peyker li wan cihan veşartibû, ew wekî "berhemên dîrokî" dane nasîn, firotine kesên kolandin kiriye.

Hat zanîn ku bi bahaneya ku dê peykerên sexte bibin derveyî welat sextekarî hatiye kirin.

Nexşeyên sexte nîşan dan, kolandin kirin

Gumanbaran nexşeyên ku li ser hin rûpelên kaxezên kevn xêz kiribûn nîşanî hin kesan ên li gund dane û wan gotiye ku li herêmê gelekî zêr û berhemên dîrokî hene.

Gumanbaran ji xelkê herêmê xwest li hin deverên di nexşeyan de kolandinê bikin.

Piştî kolandinê peyker di nav cerikan de derketin.

Qaşo bi qeşe re hevdîtin kirine

Guman diyar kir ku firotina peykeran li Tirkiyeyê zehmet e û wan ji mexdûran re gotiye ku ev peyker bi pereyên mezin li derveyî welat tên firotin.

Bi bahaneya derxistina derveyî welat, mexdûr hatin xepandin û nêzîkî 50 milyon lîreyên Tirkî ji wan hatine standin.

Gumanbaran bi qaşo bi qeşe re hevdîtinên vîdeoyî çêkirine û bi soza firotina derveyî welat mexdûr îqna kirine.

Mexdûran dema fêhm kirin ku hatine xapandin serî li cendirmeyan daye.

Li 9 bajaran hatin şopandin

Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiyê û Sûcên Organîze ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, li ser giliyê mexdûran tîmeke taybet ava kir û wan dest bi şopandina teknîkî û fizîkî kir.

Piştî şopandina 3 mehan nasnameya endamên torê hat tespîtkirin.

Di operasyona li Dêrsim, Stenbol, Îzmîr, Amed, Mêrsîn, Çewlîg, Êlih, Bedlîs û Dîlokê de 25 gumanbar hatin desterserkirin.

Di operasyonê de gelek peyker, kûp, kartên SIM, gelek pere û çek hatin bidestxistin.

Gumanbar piştî karûbarên wan ên li cendirmeyan sewqî edliyeyê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst