Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo aştiya civakî bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir.
Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ji bo xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê doh li Qersê bû.
“Her roj zarokên Kurd û Tirkan canê xwe ji dest didin”
Tuncer Bakirhan li Qersê bangî Erdogan kir û got:
“Birayê min, li welatê te her roj zarokên Kurd û Tirkan canê xwe ji dest didin.
Cenazeyên ciwanên Kurd û Tirkan tên.
Li şûna ku tu aştiya Ukrayna û Rûsyayê pêk bînî tu çima li gel birayên xwe yên Kurd aştiya xwe ya civakî pêk nayînî û Tirkiyeyê nakî welatê herî bihêz ê cîhanê?”
“Dibêje ez dê li ser serê Kurdan top û tifingan bibarînim”
Bakirhan di axaftina xwe de li ser pirsa Kurd rexne li desthilata Tirkiyeyê girtin û anî zimên:
“Li cîhanê ji aştiyê hez dike lê di vê hilbijartinê de dibêje ez dê li ser serê Kurdan top û tifing û fîşekan bibarînim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse