Abdullah Zeydan bû mêvanê Rûdawê: Li ser stratejiya DEM Partiyê peyamên girîng dan

28-02-2024
RÛDAW
Abdullah Zeydan bû mêvanê bernameya Nûrojê ya Rûdaw TVyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Abdullah Zeydan bû mêvanê bernameya Nûrojê ya Rûdaw TVyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Wan Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ragihand ku CHPyê piştevaniya partiya wan a ji bo hilbijartinên borî suîstîmal kiriye.

Namzedê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bû mêvanê bernameya Nûrojê ya Rûdaw TVyê.

Abdullah Zeydan ji Rûdawê re behsa xebat û stratejiya partiya xwe ya ji bo hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyên kir.

Zeydan bi bîr xist ku DEM Partî berî ku namzedên xwe diyar bike, li ser daxwaza gel pêşhilbijartin kiriye û bi wî awayî namzedên xwe diyar kirine.

“Em gund bi gund digerin”

Zeydan diyar kir ku wan li tevahiya cihên hilbijartinê xebatên xwe yên bangeşeyê daye destpêkirin û got:

“Em niha navçe bi navçe, gund bi gund digerin û gelê me bi awayekî baş me pêşwazî dike. Bi vî rengî me xebatên xwe dane destpêkirin.

Ji aliyê desthilatdariyê ve zilmek û tehdayiyeke mezin li hemberî gelê me tê meşandin lê gelê em dîsa jî li nirx û îradeya xwe xwedî derdikevin.

Gelek pirsgirêk hene lê gelê me bi coşeke mezin li partiya xwe xwedî derdikeve.”

“Qeyûman xisareke mezin daye bajarên Kurdan”

Zeydan eşkere kir ku ji ber danîna qeyûman, xisareke mezin li bajarên Kurdan bûye û wiha pê de çû:

“Em ji xwe û ji gelê xwe bi bawer in û hemû hevalên me pispor in.

Ev pirsgirêkên îro hene, dema me şaredarî bi dest xistin em dê hemûyan çareser bikin.

Ew hêz û ezmûna me heye ku em pirsgirêkan çareser bikin. Niha ya ji bo me girîng ew e ku em şaredariyan ji destên qeyûman rizgar bikin.

Em ji bo vê yekê xebatên xwe dikin.

Li ser vê bingehê, em xebatên xwe yên hilbijartinan hem li bajarên Kurdistanê û hem jî li rojavayê Tirkiyeyê dimeşînin.

Li her derê namzedên me hene, wekî hûn dizanin li Enqere, Stenbol û Îzmîrê jî me namzedên xwe nîşan dane.

Wekî rêya sêyemîn me ji xwe re rêyek daniye. Ev rêya ku em dimeşînin rêya aştî, jiyana azad û wekheviyê ye.

Eger em li ser vê rêyê bin em dê bi ser bikevin.”

“Ev ne hilbijartineke ji rêzê ye”

Zeydan anî ziman ku "Hilbijartina bê ne ji rêzê ye” û wiha domand:

“Eger gelê Kurd di van hilbijartinan de destê xwe bide hev, tifaqa xwe xurt bike û ew dê di van hilbijartinan de bi ser bikevin dê rê li ber aştiyeyeke civakî jî vebe.”

“Ti tifaqa me bi CHPyê re nîne”

Derbarê tifaqan jî Zeydan tekez kir ku wan ti tifaq bi CHPyê re nekiriye û got:

“Em dê şaredariyên xwe bi dest bixin û dîsa şaredariyan bikin şaredariyên gel û em dê bi şev û roj ji bo gelê xwe xizmetê bikin.

Li Tirkiyeyê 81 bajar hene û em li hemû bajaran bi namzedên xwe beşdarî hilbijarinan dibin.

Ti şirîkatiya û piştevaniya me li bajarên mezin bi CHPyê re nîne.

Em dê piştgiriyê nedin tu namzedên CHPyê lê belê li hin navçe û deverên biçûk, eger pêkhate, sazî û dînamîkên herêmî yên wê deverê li ser namzedekê li hev bikin, dibe ku hin hevkarî hebin.”

“CHPyê dilsoziya me suîstîmal kir”

Zeydan herwiha da zanîn ku ji ber ku wan di hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê de piştevaniya CHPyê kiriye, dengdêrên wan ji wê yekê aciz bûye û got:

“Piştî hilbijartinên serokkomarî û yên giştî hinek rexneyên gelê me hebûn.

Di wan hilbijartinan de ji bo piçekî pêşî li azadî, aştî û jiyana wekheviyê vebe, me piştevaniya namzedê CHPyê kir lê mixabin wan ew dilsoziya me suîstîmal kir.

Ew çûn wan li gel nijadperestên Tirkan protokolên veşartî îmze kirin. Ji ber wê yekê acîziyek li ba gelê me çêbû.

Me jî ji ber wê yekê biryar da ku em bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Li ser vê bingehê, wekî rêya sêyemîn em dê li hemû bajaran piştevaniya namzedên xwe bikin.”

“Li Îzmîtê jî em dê piştevaniya namzedê xwe bikin”

Hatibû ragihand ku DEM Partiyê namzedê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîtê Gencer Demîrkaya vekişand û dê piştgiriya namzeda CHPyê Fatma Kaplan Hurriyetê bike.

Zeydan ev îdia red kir û got wekî DEM Partî li 81 parêzgehan ku 32 ji wan bajarên mezin in, bi namzedên xwe dikevin hilbijartinan.

“Em dixwazin hêza xwe nîşan bidin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Zeydan got:

“Em dixwazin di van hilbijartinan de hêza xwe bibînin. Ne Tifaqa Milletê û ne jî Tifaqa Cumhurê hebûna û îradeya Kurdan qebûl nakin.

Em wekî Kurd dixwazin ku hêza xwe nîşanî her du tifaqan bidin. Em dibêjin, em Kurd in, em her tim li vir in û li ber xwe didin.

Em daxwaza aştiya civakî dikin. Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin.

Ne tenê Kurd, herwiha gelê Tirk û gelên din ên aştîxwaz jî piştgiriya me dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku Kurdên ku heta niha di nava vê tifaqa pîroz de cih negirtiye, ew jî dê tevî me bibin.”

“Eger Kurd destê xwe bidin hev dê aştî pêk were”

Zeydan bal kişand li ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got:

“Eger em Kurdên Tirkiyeyê bibin yek û destê xwe bidin hev dê aştî pêk were û li herêmê aramî dê çêbibe û xwîn dê raweste.

Armanca me ya sereke jî ew e ku pirsgirêka Kurd çarser bibe. Dema pirsgirêka Kurd li ser esasê hemwelatîbûna wekhev û azad bê çareserkirin, dê pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê jî çareser bibin.

Tirkiye wê demê dê pêşengiya Başûrê Kurdistanê pêşengiya Kurdan li Rojava û Rojhilat jî bike.

Di serî de Kurd û Tirk hemû gel dikarin di nava aştiyê de bi rûmet bijîn.

Lewma em vê hilbijartinê ji rêzê nabînin û eger ev hilbijatin serkeftî bibe dê rê li ber aştiyê vebe û tecrîda li ser Ocalan dê rabe. Ya ku em ji van hilbijartinan hêvî dikin ev e.”

Herî dawî Zeydan amaje bi wê yekê kir ku li hinek bajar û navçeyên biçûk ji bo namzedên AK Partiyê bi ser bikevin leşkeran ji navçeyên din vediguhezin.

“Leşkerên vediguhêzin”

Derbarê vê yekê jî Zeydan got:

“Li navçeyên biçûk ên wekî Şemzînan, Elkê, Qilaban, Çêlê, Silopiya û Cizîrê di roja hilbijartinan de leşkeran vediguhêzin.

Mînak eger em li hinek navçeyan bi 2 hezar dengan li pêş bin, leşkeran ji navçeyên din tînin wir.

Gefan li leşkeran dixwîn ku bi zorê dengê xwe bidin AK Partiyê.

Banga me ji AK Partiyê re ew e ku bi hêza xwe di hilbijartinan de bi ser bikeve û serî li rêbazên wiha nede.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst