SOHR - Li Bendava Tişrînê 22 çekdar hatin kuştin

13 demjimêr berê
Nîşan HSD Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bendava Tişrînê Komên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – SOHRê ragihand ku li Bendava Tişrînê 22 çekdarên komên girêdayî Tirkiyeyê hatine kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi navbeynkariya Amerîkayê ji Minbicê vekişiyabû û çekdarên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan lê bi cih bûbûn.

Komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ji 8ê Kanûna Pêşîn ve êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê jî dikin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî van her du cihan diparêze û 23yê mehê dest bi êrişa berevajî kiribû.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku şerê HSD û çekdaran li nêzîkî Bendava Tişrînê berdewam dike.

SOHRê destnîşan kir ku îro şerekî giran rû daye û di vî şerî de 22 çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, di van şer û pevçûnan de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî canê xwe ji dest daye.

SOHRê her wiha eşkere kir ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbasî rojavayê Çemê Feratê bûne û şervanan gundê Kiyariyeyê yê navçeya Xefserê jî kontrol kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst