Ahmet Turk bû bernamzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê

27-12-2023
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Mêrdîn Şaredarî Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ahmet Turk bû bernamzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ji DEM Partiyê ji bo berbijêriya Hevserokayetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê serlêdan kir.

Ahmet Turk serlêdana xwe ya bernamzediyê bi peyamekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand û got:

“Ji bo ku em ji qeyûm hesab bipirsin, xebatên xwe yên nîvçe mane biqedînin û îradeya gel dîsa bi Mêrdîna bajarê ziman û olan re bînin cem hev, min ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serî li DEM Partiyê da."

Ahmet Turk di hilbijartinên berê yên şaredariyan de wekî Şarederê Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû hilbijartin lê li şûna wî 2 caran qeyûm hatibû danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst