Qamişlo (Rûdaw) - Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Qamişlo civiya.
Di wê civînê de behsa destpêşxeriya nêzîkirina aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û kongireya ENKSê hat kirin.
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê jî li bendê de ne û hêvî dikin, ku aliyên siyasî bigihêjin encamekê û yekrêziyek di navbera hizbên Kurdî de pêk were ji bo destkevt bên parastin.
Bi sedan hezar xelkên Rojavayê Kurdistanê koçber û penaber bûne ku piraniya wan di nava kampan de , di vê zivistanê de, rewşeke xirab dijîn û heta niha aliyên siyasî yên Kurd li ser pêkanîna yekrêziyekê nakok in.
Xelkên Rojava daxwaz dikin Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) û ENKS li pêş civaka navdewletî helwesteke hevgirtî ava bikin.
Welatiyê bi navê Sîrac Ehmed, dibêje, “Astengiyên dibin ecindeyên derve ne, berjewendiyên herêmî û navdewletî nahêlin bighêjin hev, eger dewlet bixwazin wê Kurdan bikin yek.”
Welatiyekê din ê bi navê Younis Ebû Zêd jî diyar dike, “Dema bibin yek divê tiştekî veşartî di nav wan de nemîne, îro civîna ENKSê ye, eger heye ENKS yekîtiya Kurdan erê bike, TEV DEM jî helwestên wê hene ji bo yekîtiya Kurdan, em jê dixwazin, em dibêjin vê carê yekîtiya me çênebû, wê ji destê me here.”
Welatiyê bi navê Danîş Xelo jî radigihîne, “TEV DEM û ENKS, divê bibin yek, daxwaza milet ev e, em li benda wê rojê ne, eger na, tiştekî me di vî welatî de namîne.”
Piştî derbasbûna 20 rojan li ser daxuyaniya Rêveberiya Xweser derbarê serbestkirina karên ENKSê, ji bo yekemîn car ENKS civiya û ew destpêşxerî gotûbêj kir, tevî ku bi erênî li wê daxuyaniyê dinerin lê civîna wan bê encam bi dawî bû, û ti demek ji bo vekirina ofîsan nehat destnîşan kirin.
Endamê serkirdayetiya ENKSê Beşar Emîn, derbarê vê mijarê de radigihîne, “Meseleya me, ne vekirin û venekirina ofîsan e, ya girîng avakirina baweriyê ye, em mijara girtiyan dixin li pêşiya ofîsan, em li hêviya wan in.”
Li Rojavayê Kurdistanê heta niha 129 endamên ENKSê derbasî zindanên Rêveberiya Xweser bûn û derketin. Herwiha dest bi ser 39 ofîsên ENKSê de hatibûn girtin.
Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê jî ji bo derbasbûna ji vê qonaxê 8 merc diyar kirine.
Ev civîna ENKSê di demekê de ye ku Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berî niha ragihandibû ku ji bo yekkirina gotina siyasî ya Kurdî li Sûriyê û avakirina hevbeşiyeke rasteqîn, di navbera Rêveberiya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ti astengiyên yasayî li pêş ENKSê tune ne, ji bo ku ofîsên xwe veke, û çalakiyên xwe yên siyasî, medyayî û civakî birêve bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse