Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bang li partiyên siyasî kir ku "berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî, parlamentoyê bicivînin û hikûmetekê ava bikin, ji ber ku sînora sebira me jî heye."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma 31emîn a derçûna Zanîngeha Dihokê de axivî.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de derbarê zanîngehê, paşeroja ciwanan, pêwendiyên Bexda-Hewlêrê, Hêzên Pêşmergeyan û bidawîhatina piştgiriya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê, her wiha avakirina hikûmeteke nû û jinûveçalakkirina parlamentoyê ya li Herêma Kurdistanê rawestiya.
"Sînorê sebira me jî heye"
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de rexne li wê yekê girt ku nêzîkî du salan e Parlamentoya Kurdistanê nikare kar bike û hikûmeteke nû nehatiye avakirin û bang li partîyên siyasî kir ku di vî warî de gavan bavêjin.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku nêzîkî du salan e di ser hilbijartinên parlementoyê re derbas bûne lê hîn parlemento nehatiye çalakkirin û hikûmeteke nû nehatiye avakirin û wî derbarê mijarê lê zêde kir:
"Mixabin, tevî du salan e parlamento hîn nehatiye civandin û hikûmet nehatiye avakirin."
Serokwezîr got ku ji roja piştî hilbijartinan ve ew bi hemû partiyên siyasî re di pêwendiyê de ne da ku civînên parlementoyê dest pê bikin û hikûmetekê ava bikin.
Barzanî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye bi hemû partiyên siyasî yên ku bi dengên gel di parlementoyê de têne temsîlkirin re bixebite û destnîşan kir ku parlemento nûnergeha vîna gel e.
Mesûd Barzanî di axaftina xwe de bangî partî û aliyên siyasî kir û wiha pê de çû:
"Berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî û berjewendiyên gel û welatê xwe li ber çavan bigirin.
Dest bidin hev, parlamentoyê bicivînin û hikûmetekê ava bikin. Ji ber ku sînorê sebira me jî heye."
Barzanî her wiha diyar kir ku avakirina hikûmetê divê encamên hilbijartinê nîşan bide û got ku partiya wî amade ye ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd û aramiya herêmê dev ji hin destkeftiyên siyasî berde.
"Parlamento gava yekem a avakirina hikûmetê ye"
Barzanî jinûveçalakkirina parlementoyê wekî gava yekem a ber bi avakirina hikûmeteke nû ve bi nav kir.
Barzanî diyar kir ku endamên Parlamentoya Kurdistanê nûnertiya dengên hilbijêran dikin û divê ew beşdarî rûniştinên parlamentoyê bibin da ku daxwazên xelkê ku deng dane wan biparêzin.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku divê partîyên sîyasî berpirsiyarîyên xwe bicîh bînin û divê dawî li xitimîna siyasî ya demdirêj were anîn.
Pêwendiyên bi Bexdayê re: "Pirsgirêk di rêya çareseriyê de ne"
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de li ser pêwendiyên Bexda û Hewlêrê jî rawestiya.
Barzanî diyar kir ku di pêwendiyên bi hikûmeta nû ya federal re gavên erênî hatine avêtin û got ku hin pirsgirêkên di navbera her du aliyan de hatine çareserkirin û ji bo çareserkirina mijarên din jî dan û standin berdewam dikin.
Barzanî diyar kir ku piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta nû ya Îraqê ya bi bicihkirina destûrê û misogerkirina mafên gelê Kurd ve girêdayî ye.
Serokwezîr Barzanî her wiha got, "Me di pêwendiyên xwe yên bi hikûmeta nû ya federal re gavên baş avêtine.
Nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de ber bi çareserî û başbûnê ve diçin."
Barzanî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser çareserkirina pirsgirêkên mayî berdewam be.
"Kurdistan dê ne armanceke hêsan be"
Mijareke din a girîng di axaftina Barzanî de bidawîhatina peywira leşkerî ya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê bû.
Barzanî spasiya welatên hevpeymaniyê kir ji bo piştgiriya wan a Hêzên Pêşmergeyan û got ku bi xilasbûna peywira leşkerî ya hevpeymaniyê nayê wateya xilasbûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û van welatan de.
Mesrûr Barzanî ragihand ku ev pêwendî dê ji niha û pê ve bi awayên cuda berdewam bikin û got ku Hêzên Pêşmergeyan di ewlehiya Herêma Kurdistanê de roleke bingehîn dilîzin.
Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ez spasiya hevpeymaniyê dikim lê ez dixwazim ev yek baş were zanîn, heta ku Pêşmergeyên me li vir bin, Kurdistan ewle û parastî ye.
Divê kes nefikire ku piştî hevpeymaniyê, Kurdistan dê ji bo dijminan bibe armanceke hêsan."
Mesrûr Barzanî her wiha got, "Kurdistan bi hêza Pêşmergeyan hatiye parastin û wê di destê Pêşmergeyan de jî ewle bimîne."
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku Hêzên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de li eniyên herî dijwar şer kirine, û bidawîhatina peywira leşkerî ya hevpeymaniya navneteweyî nayê wê wateyê ku piştgiriya siyasî û ewlehî bi dawî dibe.
"Zanîn bê hezkirina welêt ne temam e"
Barzanî beşeke girîng a ji axaftina xwe ji bo xwendekarên ku ji Zanîngeha Dihokê derçûne, terxan kir.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku gelek reform li zanîngehê hatine kirin û spasiya birêvebiriya zanîngehê, akademîsyen û malbatên xwendekaran kir û li kêleka perwerdeyê girîngiya hezkirina welat û civakê jî destnîşan kir.
Barzanî ji ciwanan re wiha got:
"Zanist û perwerde tiştên xweş in lê bêyî evîna welêt ew ne temam in."
Barzanî ji xwendekaran xwest ku zanîn û ezmûna ku di dema xwendina xwe de bi dest xistine, ji bo bipêşxistina welatê xwe bi kar bînin û got ku divê ew rê nedin ku kes wan ber bi bêhêvîtiyê ve bibe.
"Ez hêvî dikim ku hûn dê her gav xwendin û fêrbûna xwe bi evîna welatê xwe re bikin yek. Qet nehêlin ku kes hêviya we bişikîne."
"Paşeroja Kurdistanê di destên we de ye"
Mesrûr Barzanî diyar kir ku destkeftiyên niha yên Herêma Kurdistanê bi hêsanî nehatine çênebûne di encama qurbanîdana şehîdan û têkoşîna gel de çêbûne.
Mesrû Barzanî bangî ciwanan kir ku berpirsiyariya paşeroja welêt bigirin ser xwe û destnîşan kir ku bipêşketin û serfiraziya Kurdistanê di destê derçûyên nû de ye.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku divê ciwan tenê bi derfetên kar ên di sektora giştî de neyên sînordarkirin û hewlên zêdekirina derfetên kar ên di sektora taybet de didominîn.
Wî her wiha got ku nîqaşên bi Bexdayê re di derbarê karkirina derçûyên ji Herêma Kurdistanê de jî berdewam dikin.



