Medyaya Tirkiyeyê: Berpirsê Kobaniyê canê xwe ji dest da

27-11-2023
Nîşan Mutlu Kacar (Karker Andok) Rojavayê Kurdistanê Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî îdiaya medyaya fermî ya Tirkiyeyê, Mutlu Kacar li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Medyaya Tirkiyeyê îdia kir ku Mutlu Kacar (Karker Andok) Rojavayê Kurdistanê di êrişeke MÎTê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman îdiayê, Karker Andok berpirsê YPGyê yê Kobaniyê ye.

Herwiha hat gotin ku Karker Andok sala 1997an tevlî PKKyê bûye û li Heftanînê bi artêşa Tirkiyeyê re şer kiriye.

Medyaya Tirkiyeyê got ku Karker Andok di vî şerê li Heftanînê de ji çavê xwe û destê xwe birîndar bûye.

Heman çavkaniyan îdia kir ku Andok li Kampa Şehîd Cûdî ya Mexmûrê û li Til Rifetê jî erkên cuda pêk anîne.

Medyaya Tirkiyeyê, di nûçeya xwe de negot ku Karker Andok kengî û li kîjan bajarê Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, heta niha PKKyê li ser vê angaştê ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst