Hewlêr (Rûdaw) - Li navçaya Merîwanê ya parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê otomobîlek ket Bendava Garanê.
Di encama vê bûyerê de 2 jinên ji bajarê Nodşeya Hawramanê mirin.
Birêvebirê Parastina Sivîlan ê Merîwanê Mihemed Xalid Rezwanî li ser bûyerê agahî dan û got:
"Rêwiyên di otomobîlê de du jinên ji bajarê Nodşeyê bûn."
Rezwanî anî ziman ku piştî agahdarkirinê tîma taybet a Şaredariya Merîwanê çûye cihê bûyerê û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kiriye.
Birêvebirê Agirkujiyê yê Merîwanê jî destnîşan kir ku bûyer doh qewimiye û termên her du jinan ji avê hatine derxistin û radestî aliyên pêwendîdar hatine kirin.
Heta niha sedema sereke ya ketina otomobîlê ya bendavê nehatiye diyarkirin û lêpirsîna li ser bûyerê didome.
Li gorî amarên fermî yên Polîsê Rêyan ê parêzgeha Sineyê, par li ser rêyên derveyî bajêr û gundan 404 kes ji ber qezayên trafîkê mirine.
