Navendek dest bi dîjîtalkirina belgeyên dîrokî yên Kurdistanê dike

27-11-2023
RÛDAW
Navendek dest bi dîjîtalkirina belgeyên dîrokî yên Kurdistanê dike / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Navendek dest bi dîjîtalkirina belgeyên dîrokî yên Kurdistanê dike / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Navenda Kurdistanê ya Çand û Hunerê Dîjîtalkirin Dîrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê navendek tê vekirin ku komek ciwan dê tê de arşîv û belgeyên dîrokî bikin dîjîtal.

Rêvebirê Navenda Kurdistanê ya Çand û Hunerê Mihemed Fatîh Qeredaxî beşdarî bultena Rûdawê ya ku ji aliyê Nima Nebezê ve tê pêşkêşkirin bû.

Rêvebirê Navenda Kurdistanê ya Çand û Hunerê Mihemed Fatîh Qeredaxî got:

“Yek ji armancên sereke yên Navenda Kurdistanê ya Çand û Hunerê arşîvkirina belgenameyên dîrokî yên Kurdî ye.”

Navenda Kurdistanê ya Çand û Hunerê dê bi rêya dîjîtalkirinê belgeyên dîrokî kom bike û biparêze ku tîmeke wan a gerok dê li Herêma Kurdistanê bigere û çavkaniyan berhev bike.

“Bi rêya vê arşîvê dê çavkaniya sereke bi dest bikeve”

Mihemed Fatîh Qeredaxî anî ziman:

“Li kû derê arşîv an belgeyeke welatiyan hebe, bi amûrên pêşketî tê skankirin û piştre tê dayîn.”

Herçend navendê dest bi xebatên xwe kiribe jî hîn bi awayekî fermî venebûye.

Bi gotina Mihemed Fatîh Qeredaxî, “Sala bê ev arşîva dîjîtal dê bigihêje ber destên lêkoler û xwînerên Kurd û neteweyên din.”

Rêvebirê Navenda Kurdistanê ya Çand û Hunerê Mihemed Fatîh Qeredaxî herwiha anî ziman:

“Karmendên Navenda Kurdistanê ya Çand û Hunerê ji ciwanên navxwe û navneteweyî pêk tê, ji bo ku dîroka Kurdistanê zêdetir bi welatên din bidin nasîn.

Belgeyên bi zimanê Îngilîzî jî dê bigihin ber destên xwînerên.”

Rêvebirê navendê beşek ji giringiya arşîvkirina dîjîtal a belgeyên dîrokî bi wê yekê ve girê dide ku “Heger di paşerojê de kesek bixwaze li ser qonaxên siyasî, aborî û dîrokî yên Kurdistanê lêkolînê bike, dikare bi rêya vê arşîvê çavkaniya sereke bi dest bixe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst