Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Rêxistina Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) Charlie Pacana Manangan gefên terorê gotûbêj kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Balyozê Fîlîpînê yê Îraqê Charlie Pacana Manangan qebûl kir.
Charlie Pacana Manangan wekî nûnerê Rêxistina Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) hat Herêma Kurdistanê.
ASEAN dixwaze pêwendiyan bi pêş bixe
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Balyozê Fîlîpînê di hevdîtinê de ji dîtina Serok Barzanî kêfxweşiya xwe anî zimên.
Wî her wiha ji bo xebat, berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê spasiya xwe pêşkêş kir.
Balyozê Fîlîpînê ji Serok Barzanî qala dîroka ASEANê, siyaseta wê ya di pêwendiyên navneteweyî de û şiyanên wê yên mezin ên aborî kir.
Her wiha wî xwestek û amadebûna ASEANê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û avakirina nasînekê bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re ragihand.
Serok Barzanî qala têkoşîna wan kir
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî xêrhatina Balyozê Fîlîpînê kir.
Serok Barzanî bi rêzdarî qala ked, xebat û têkoşîna welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê kir ku di rêya gihîştina azadiyê, vejandina aboriyê û bipêşketinê de bi dest xistine.
Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan li ser metirsiya gefên terorê yên li ser aramiya herêmê û ewlehiya cîhanî bîr û nêrînên xwe parve kirin.



