AK Partî û DEM Partiyê navbeynkarî kir: Malbatên Yildiz û Şenyaşaran li hev hatin

14 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Dîmenê lihevhatina malbatan\ Wêne: Abdulselam Akinci\Rûdaw
Dîmenê lihevhatina malbatan\ Wêne: Abdulselam Akinci\Rûdaw
Nîşan AK Partî DEM Partî Cevdet Yilmaz Ahmet Turk Bekîr Bozdag Sirri Sureyya Onder Malbatên Yildiz û Şenyaşaran Emîne Şenyaşar
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Bi navbeynkariya berpirsên bilind ên AK Partî û DEM Partiyê malbatên Yildiz û Şenyaşaran li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li hevdû hatin.

Merasîm li Rihayê bi beşdariya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, Hevserokê Şaredariya Bajarî Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Serokwekîlê Parlamentoyê yê AK Partiyê Bekir Bozdag, Serokwekîlê Parlamentoyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar û gelek parlamenterên AK Partî û DEM Partiyê pêk hat.

Her wiha gelek siyasetmedarên Kurd û rayedarên dewletê, nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî merasîma lihevhatinê bûn.

Di merasîmê de Cevdet Yilmaz, Ahmet Turk û Bekîr Bozdog axivîn û wan ji bo lihevhatinê spasiya malbatan kir.

Sala 2018an berî hilbijartinên 24ê Hezîranê li navçeya Sirûcê ya Rihayê malbatên Yildiz û Şenyasaran pev çûbûn û ji malbata Senyaşaran 3 kesan û ji malbata Yildizê jî kesekî canê xwe ji dest dabû.

Di merasîmê de parlamanterê berê yê Ak Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz û Parlamanterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar destên xwe dan hevdû û aştî pêk hat.

Cevdet Yilmaz di merasîmê de spasiya vê helwesta malbatan kir û wiha got:

“Du malbatê ku êş jiyan e mezinahî nîşan da û ji bo neyartiya hevdû bi dawî bînin hatin ba hevdû. Ez bi dil û can her du malbatan pîroz dikim û spasiya wan dikim.”

“Aştî ji êşan re derman e”

Ahmet Turk jî her wiha behsa girîngiya aştiyê kir û wiha got:

Aştî jî êşan re derman e. Ez bawer dikim ku her du malbat jî dê qîmeta aştiyê zanibin.

Divê ez vê jî îfade bikim ku berpirsiyariya aştiyê li ser milên wan kesan e ku aştî pêk anîne.

Divê malbatên me jî bi vê hişmendiyê nêzîk bibin lewre ew li hemberî wan kesên ku aştiyê pêk anîne berpirsiyar in.”

Bekîr Bozdag jî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku malbatên Yildiz û Şenyaşar, dê di nava aştiyê de bi hev re bijîn û aştiyê ji nifşên xwe yên nû jî re bihêlin.

Di pevçûnên her du malbatan de ji malbata Yildiz kesekî û Şenyaşaran jî 3 kesan canê xwe ji dest dabû.

Pevçûna malbatan li ser bangeşeya hilbijartinan dest pê kiribû.

Zanayên olî û nabeynkar û welatiyên tevî merasîmê bûbûn amaje bi girîngiya berdewamiya aştiya civakî kir û wan hêvî xwest ku careke din bûyerên wisa pêk neyên.

Emîne Şenyaşarê bi salan Nobeta Edaletê girt

Bi salan Emîne Şenyaşara ku hevjîn û du kurên wê di bûyerê de hatin kuştin li ber Dadgeha Rihayê, Wezareta Dadê û Parlamentoya Tirkiyeyê Nobeta Edaletê girt.

Roja 19ê Çiriya Pêşînê Fadil Şenyaşar û kesên ji malbata Yildizan ku piştî bûyerê hatibûn girtin hatin berdan.

Piştî salan malbata Şenyaşaran biryar da ku bi berdana Fadil Şenyaşar şîna kesên ku ji malbata wan hatine kuştin girê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst