Operasyona li ser saziyên Kurdî: Hevserokê berê yê MED-DERê hat girtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan MED-DER Saziyên Zimên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona li ser saziyên zimanê Kurdî de Hevserokê berê yê Navenda Çand û Zimên a Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hat girtin.

24ê Îlonê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Amedê û navçeyên wê û li bajarên Stenbol û  Îzmîrê yên Tirkiyeyê bi operasyoneke hemwext bi ser ser malên hejmarek çalakvanên zimanê Kurdî û saziyên çand û zimanê Kurdî de girt û 30 kes desteser kirin.

Ji 30 kesên desteserkirî 8 ji wan hatibûn berdan lê tîman 22 kes roja înê piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê.

Dadgeha Amedê biryar da ku 21 kes ji wan werin berdan lê Hevserokê berê yê Navenda Çand û Zimên a Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hat girtin.

Girtina Ronî bû sedema karvedanan û hejmarek nûnerên saziyên civaka sivîl, Parlamenterên DEM Partiyê û beşek ji welatiyên Amedê li pêşiya dadgehê biryar bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kir.

Yek ji rêvebirên MED-DERê parêzer Eyûp Aydenîz axivî û ragihand ku ew girtina Rifat Ronî û zexta li ser zimanê Kurdî qebûl nakin.

Berpirsê MED-DERê parêzer Eyûp Aydenîz got:

“Em neviyên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleya Cizîrî ne, em rêhevalê Baba Tahirê Uryan in, em bi Hawara Celadet Alî Bedirxan di vê rêye de ne.

Kes nikare zimanê me qedexe bike. Bila her kes bizane ku MED-DER xebatên xwe li gorî yasayê dike û mamoste û hevalên me karekî neyasayî nekirine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst