Li Kilîsê koçberekî 21 salî hat kuştin

27-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kilîs Koçberên Sûriyeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê koçberekî Sûriyeyî ji aliyê koçberekî din ê Sûriyeyî ve hat kuştin.

Roja şemiyê li ser cadeya Ali Metin Demirtekinê ya li taxa Osmangaziyê ya Kilîsa Bakurê Kurdistanê 2 welatiyên Sûriyeyî pev çûn.

Sedeme pevçûna wan heta niha nediyar e.

Di pevçûnê de K.Tyê 18 salî, A.Cyê 21 salî bi kêrê birîndar kir û ji cihê bûyerê reviya.

A.C.yê ku birîna wî giran bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Polîs hewl didin kesê bi navê K.T. bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst