Li Amedê 5 kes bi şkenceyê hatin desteserkirin

27-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya Amedê duh piştî şerê PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê 5 welatiyên Kurd bi şkenceyê hatin desteserkirin.

Li nêzîkê gundê Bameydanê yê navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, roja şemiyê di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de şer derket.

Di encama şerê ku li nêzîkî gund derket de 3 gerîlayan canê xwe ji dest da û endamekî YPSyê jî hate desteserkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, leşkeran piştî şer gund dorpêç kir û şkence li 5 welatiyên Kurd ên koçer kir.

Yek jê zarok, jinek û 3 mêr bi şkenceyê hatin desteserkirin.

Leşkeran ev kes birin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê.

Leşkeran piştî demekê zarokekî 9 salî yê bi navê D.D. radestî xizmên wî kir.

Dê R.Dyê 54 salî, S.D., H.Dyê 24 salî, H.Dyê 28 salî û M.Syê 45 salî jî bişînin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê.

Wêneyê welatiyên ku hatine desteserkirin li ser hesabê "Vatan Bekçileri"yê hatiye belavkirin.

Ev hesab propagandaya leşkerî dike.

Di wêneyê ku wan belav kiriye de tê dîtin, du mêrên ku tenê kincên binî li wan in destên wan ji paş ve hatine girêdan û li ber otomobîleke zirxpoş a leşkerî li erdê dirêjkirî ne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku di operasyonê de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 4 kes jî hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst