Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, yek jê zarok 5 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Amed-Mêrdînê otomobîla ku A.U diajot û otomîleke ku şoferê wê nehatiye zanîn li hev qelibîn.
Otomobîl bi bandora lêxistinê li dîrega li kêleka rê ket û sekinî.
Di qezayê de yek jê zarok 5 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse