Li Qamişloyê dronekê 2 otomobîl bombebaran kirin: Kuştî û birîndar hene

27-07-2023
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya gundê Xezneyê û bajarokê Til Merûfê yên Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê dronekê 2 otomobîl kirin armanc.

Di encama êrişê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku “Droneke artêşa Tirkiyeyê li ser rêya gundê Xezneyê û bajarokê Til Merûfê yê Qamişloyê 2 otomobîl kirin armanc.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Rêveberiya Xweser herwiha da zanîn ku di encama êrişa dronan de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de got ku ew li ser bûyerê agahiyên berfirehtir kom dikin û dê piştre ji raya giştî re parve bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst