Serokê Şaxa AK Partiyê ya Mêrdînê îstifa kir

27-06-2024
RÛDAW
Nîşan Vahap Alma Mêrdîn AK Partî Îstifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaxa AK Partiyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê Vahap Alma ji erkê xwe îstîfa kir.

Serokê Şaxa AK Partiyê ya parêzgeha Mêrdînê Vahap Alma di derbarê îstifaya xwe de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Vahap Alma da zanîn ku wî bi daxwaza xwe ji erkê xwe yê seroktiya Şaxa AK Partiyê ya Mêrdînê îstîfa kiriye û wî ev daxwaza xwe jî gihandiya navenda giştî ya partiya xwe.

Alma got, “Ez spasiya xwe pêşkêşî Serokkomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan, serokê teşkîlata me birêz Erkan Kandemîr û tîma wî ya rêzdar dikim.

Ez herwiha spasiya hemû heval û hevkarên xwe yên ku min bi wan re kar kirine û parlamenteran dikim ku di vê pêvajoya zehmet de pişgirî daye.”

Vahap Alma ji 13ê Adara 2023yan ve Serokê Şaxa AK Partiyê ya Mêrdînê bû û ew erk bi rê ve dibir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst