Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Komeleya Stêrka Kesk a Têkoşîna li Dijî Alûdebûnê Yahya Oger bi helkefta "31ê Gulanê Roja Cîhanî ya Dijî Tûtinê" daxuyaniyek da.
Oger bal kişand ser rewşa Amedê û da zanîn ku Amed li Bakurê Kurdistanê di bikaranîna tûtinê de di rewşeke metirsîdar de ye.
"Her sal zêdetirî 100 hezar kes dimirin"
Oger destnîşan kir ku bikaranîna tûtinê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êdî wekî karesateke tenduristiyê tê dîtin.
Li gorî Oger berpirsê sereke yê vê karesatê pîşesaziya tûtinê ye.
Oger li ser mijarê got, “Li Tirkiyeyê tûtin êdî veguheriye qirkirina tenduristiya gel.
Her sal zêdetirî 100 hezar mirovên me ji ber vê jehrê dimirin.
Ev yek tê wê wateyê ku her roj bi navînî 300 can ji nav me diçin.”
Daketiye 16 saliyê
Oger derbarê rewşa Amedê û herêmê de jî ev agahî dan:
“Li seranserê Tirkiyeyê rêjeya bikaranîna tûtinê di nav kesên ser 15 saliyê de ji sedî 28-30 e.
Ev rêje di nav mêran de derdikeve ji sedî 41,3yan.
Di koma herî bi rîsk de ango di navbera mêrên 25-34 salî de jî derketiye ji sedî 51ê.
Temenê destpêkirina cixareyê bi navînî daketiye 16 saliyê.
Amed di nava herêmê de wekî bajarê herî bi rîsk balê dikişîne.
Li herêmê tê gotin ku ji her 3 kesan yek cixareyê dikişîne.
Lê li Amedê ev rêje di nav mêran de gihiştiye ji sedî 60-65an."
Oger anî zimên ku bi taybetî di nav ciwanan de bikaranîn her ku diçe zêde dibe.
Wî her wiha diyar kir ku li cihên girtî jî qedexeya cixareyê bi awayekî pratîkî nayê sepandin.
"Polîtîkayên dewletê pûç dike"
Yahya Oger da zanîn ku pirsgirêka bingehîn ne tenê kesên cixareyê dikişînin.
Li gorî Oger pirsgirêka sereke pîşesaziya tûtinê bi xwe ye û wî wiha pê de çû:
“Pîşesaziya tûtinê di nava nakokiyeke berjewendiyan a mezin de ye.
Ev sektor bi rêya lobîgerî, lîstikên reklaman, berhemên nifşê nû û projeyên qaşo 'berpirsiyariya civakî' ciwanan dike armanc.
Bi vî awayî polîtîkayên tenduristiyê yên dewletê pûç dike.”
Pêşniyarên Oger
Oger tekez kir ku divê stratejiyên navneteweyî bi biryardarî bên meşandin.
Oger ji bo têkoşîna li dijî pîşesaziya tûtinê ev xal pêşniyar kirin:
- Parastina polîtîkayên tenduristiyê ji berjewendiyên pîşesaziya tûtinê
- Şopandin û eşkerekirina hemû pêwendiyên bi vê sektorê re
- Redkirina xebatên bi navê "berpirsiyariya civakî" yên vê pîşesaziyê
- Qedexekirina tam a cixareyên elektronîk û hemû berhemên nîkotînê
- Zêdekirina bacan û pêkanîna qedexeya reklamê bi awayekî tund
.jpg&w=3840&q=75)