UNAMI: Em diyarkirina roja hilbijartinan erênî dibînin

27-06-2024
RÛDAW
Nîşan UNAMI Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê” Îraq Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Dilşad Şehab
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - UNAMIyê ragihand ku ew diyarkirina roja hilbijartinan erênî dibînin û amade ne alîkariyê ji bo pêvajoya lidarxistina hilbijartinan bikin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab doh ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar daye ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an bên kirin.

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de da zanî ku ew diyarkirina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê erênî dibînin.

“Em dê bi sazî û dezgehên pêwendîdar re kar bikin”

UNAMIyê amaje bi wê yekê jî kir ku bo lidarxistina hilbijartineke serketî li Herêma Kurdistanê amade ne bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê ji re kar bikin.

UNAMIyê amaje bi wê yekê jî kir ji bo hemû pêkhate beşdarî hilbijartinan bibin û hilbijartinên berfireh bên kirin dê bi hemû sazî dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê re kar bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berê biryar dabû ku hilbijartin 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

Dadgeha Federal a Îraqê, li ser giliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar dabû ku kotayên pêkhateyan ên li Parlamentoya Kurdistanê bên rakirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî vê biryarê ragihand ku dê beşdarî hilbijartinan nebe lê piştî hevdîtinên bi aliyên din re dîsa biryar da ku beşdarî hilbijartinan bibe.

Diyarkirina roja hilbijartinan ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Amerîka, Ewropa û gelek welat û nûnerên din ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst