Hatina xelkê ji Ewropayê bazarên Rojavayê Kurdistanê vejandine

27-06-2023
Hisên Omer
Hatina xelkê ji Ewropayê bazarên Rojavayê Kurdistanê vejandine
Hatina xelkê ji Ewropayê bazarên Rojavayê Kurdistanê vejandine
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye, roja pêş cejnê welatî bi hejmarên mezin pêdawîstiyên cejna qurbanê dikirin.

Kiryar li nav firoşgehan digerin û hesabê berîkên xwe li gorî pankartên nirxên kelûpelan dikin. Her kes li gorî şiyanên xwe pêdawîstiyên cejnê dikirin.

Vekirina Deriyê Sêmalka ku bûye hokerê hatina hejmareke mezin ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji welatên Ewropî û ji Başûrê Kurdistanê bazarên cejnê germ û gur kirine.

Şikrî Yûsif, aborînas û pisporê geşepêdana mirovî Ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, êrîşên Tirkiyê bazar sar kiribûn, lê hatina xelkê Rojavayê Kurdistanê ji Ewropayê bazar çalak kiriye.

Aborînas Şikrî Yûsif dibêje "Rewşa aboriyê li Rojava zehmet e, ji bo xelkê giran e lê tu bikî nekî dê xelk debara xwe bike. Ev demek e piştî van êrîşn Tirkiyê yên li ser Rojava tevger piçek sekinî. Bêguman ev 2-3 roj in tevger dîsa kete sûkê, ji ber xatirê ev xelkê ku ji Ewrpoyaê hatine cem malbatên xwe. Gelek xelk derbas bûn ji bo ku malbatên xwe bibînin. Tevger dîsa kete sûkê, xelk diçe fêkiyên xwe yê cejnê dikirin. Ne ji van xortên li Ewropayê bûna, dê miletê Rojava bi rastî şepirze bibûna. Îro dolar bi 880 lîreyê Sûrî ye, gelekî giran e. Rewşa aborî bi awayekî giştî niha baş e."

Bazirganekî Kurd ji Qamişlo ji Rûdawê re got, li navçeyên li jêr destê Rêveberiya Xweser de, çi li Rojavayê Kurdistanê û çi li bakurê rojhilatê Sûriyê bin, ewlehî û aramî heye.

Li aliyê din, mûçeyên karmend û karkeran li herêmên Rêveberiya Xweser ji navçeyên li jêr destê hikûmet û opozisyona Sûriyê baştir e. Her wiha hatina mewsîma dexlûdanan û dayîna nirxên berheman bi dolar û bi bihayekî baş, hîştiye ku vê cejnê bazar geştir bin û şiyanên kirînê li ba welatiyan baştir bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst