Xarpêt: Rahênerek bi tohmeta destdirêjiya li 4 keçan hat girtin

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Destdirêjî Mamoste Rahêner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê mamoste û rahênerê hentbolê bi tohmeta destdirêjiya li 4 xwendekarên keç hat girtin.

Li gorî zanyariyan 4 xwendekarên keç ên tîmeke werzişê ya Xarpêtê bi îdiaya ku rahênerê hentbolê û mamosteyê dibistaneke amadehiyê Î.B. destdirêjî li wan kiriye li dozgeriyê giliyê wî kir.

Dozgeriyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

Mamosteyê navborî ji aliyê Rêveberiya Perwerdê ya Parêzgehê ve ji kar hat dûrxistin û bi biryara dozgeriyê hat desteserkirin.

Piştî karûbarên îfadeyê hêzên ewlehiyê Î.B. bir dadgehê.

Î.B. ji aliyê dadgehê vê bi tohmeta destdirêjiya li wan her 4 keçan hat girtin.

Çend roj berê jî bi heman awayî li parêzgeha Xarpêtê rêveberekî dibistaneke amadehiyê bi tohmeta destdirêjiya li 9 xwendekarên keç hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst