Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Brîtanya Îraq Stephen Hitchen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir.

Her du aliyan behsa “hesasiyeta rewşê” kir û tekezî li ser girîngiya encamdana hilbijartinan kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen di civînê de "hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê" gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Her du aliyan tekezî li ser girîngiya encamdana hilbijartinan kir û ji bo derbaskirina pirsgirêkan behsa hesasiyeta rewşê û çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên di navbera aliyên siyasî de gotûbêj kirin.”

Li hêla din, Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê li ser wê yekê hevfikir bûn ku "Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê, li ser esasê destûrê û parastina mafan bi rêya diyalogê bên çareserkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst