Erdogan li Amedê: Em amade ne bi her kesî re her tiştî biaxivin

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Amed Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew li Amedê di hilbijartinên borî de negihiştin rêjeya ku wan dixwest.

Erdogan herwiha got, “Em amade ne bi her kesî re her tiştî biaxivin.”

Hibijartinên şaredariyan ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 31ê Adarê bên kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Amedê di çarçoveya propangandeya hilbijartinên 31ê Adarê de li Qada Îstasyonê ya Amedê beşdarî mîtînga partiya xwe bû.

Bi gotina Erdogan, li qada mitîngê 70 hezar kes amade bûn.

“CHPyê wekî hêviyê nîşan didin”

Erdogan amaje bi wê yekê jî kir ku DEM Partî CHPyê wekî hêviyekê pêşkeşî Kurdan dike û got:

"Di 21 salên dawiyê de ji bo demokrasiyê çi gav hatibe avêtin CHP li hemberî sekiniye û îro jî şerm nakin wekî hêvî CHPyê didin ber xwîşk û birayên me yên Kurd.

Lê belê wan ji bîr kiriye ku CHPyê gelek zilm li vî miletî kiriye.

Ez bawer im ji bo wan kesên ku li Stenbolê çi qas endamên îdeolojiya marjînal hebin, anîn li serê birayên me yên Kurd kirin patron, rêya çûnê nemaye.”

Recep Tayyî Erdogan amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne li gel her kesî rûnin.

Derbarê vê mijarê de Erdogan wiha got:

“Ez dixwazim bi eşkereyî bibêjim, siyaset ji bo xizmeta milet û ji bo çareserkirina pirsgirêkên milet bi rêya diyaolgê tê kirin.

Em dê bi her kesê ku mejiyê wî, hizra wî, wîjdanê wî azad re rûnin û biaxivin.

Em dê bi her kesê ku xizmetkariyê ji emperyalîzmê nake re rûnin û biaxivin.

Bi her kesê ku mesafe xistiye navbera xwe û her cûreya terorê re rûnin.  

Em dê bi her kesê ku li gel yekparçeyiya niştiman û welatê me ye û rêzê li serweriya me digire, rûnin û biaixivin.

Helbet em amade ne ku bi her kesî re li ser her tiştî biaxivin lê belê deriyê me ji terorîstan û yên ku di bin rêberiya rêxistina terorê de siyasetê dikin re girtî ye.”

“Em li Amedê negihiştin armanca xwe”

Erdogan da zanîn ku ew li Amedê di hilbijartinên borî negihiştine armanca xwe û got:

Di hilbijartinên Gulana borî de, hem di hilbijartinên parlementoyê û hem jî yên serokkomariyê de li Amedê me nekarî em bigihêjin rêjeya dengên ku me dixwest.

Lê belê, ez bawer im ku hûn jî ji encama hilbijartinan re ne kêfxweş in.

Eger vî birayê we li Amedê ji sedî 28,5 deng girtibe û namzedê CHPyê yê niha nûnerê faşîzma yekpartiyê ye ji sedî 71,5 deng girtibû, divê em li ser bifikirin.

Yên ku îradeya xelkê Amedê wergirt û piştgirî da namzedê CHPyê yê ku niha ji siyasetê malnişîn bûye, ne diyar e di kîjan projeyê de ne.

Îro dîsa li Stenbol, Mêrsînê û cihên din heman lîstikê dilîzin.

Wan di bin navê rêkeftina bajaran de tifaqeke qirêj ava kiriye.”

“Ji reformên me re qîjeqîjê derdixin”

Erdogan rexne li DEM Partiyê girtin û got:

“DEM Partiyê ya ku tenê sermayeya wê dengên we ne, îradeya birayên min ên Kurd derxistiye bazarê.

Eger hûn bala xwe bidinê, di vê bazariyê de ti hesabê qezenca siyasî nîne.

Bi her awayî pirsgirêka kar û xizmetê nîne. Kesek tune ku bala xwe bide dengderan bê ka çi difikirin.

Tenê ji bo daxwazên kesekî peymanên qirêj tên belavkirin.

Ji reformên ku me kirine re qîjeqîqê derdixin lê li ber daxuyaniyên rêvebirên CHPyê yên ku bêhna faşîzm, cudakarî û nijadperestiyê ji wan tê, dengê xwe bilind nakin.

Birayên min ên Kurd îhmalkarî, heqaret û bêhurmetiyeke wiha heq nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst