Bafil Talebanî li ser peyama Ocalan daxuyanî da

27-02-2025
Nîşan Bafil Talebanî Ocalan Daxuyanî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser peyama Ocalan got, “Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê vê peyamê bi destpêk û qonaxeke giring dibîne.”

Abdullah Ocalan xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî piştî vê yekê got:

“Em pêşwaziyê li peyama Abdullah Ocalan dikin û bi bawer in ev peyameke berpirsiyarane û pêwîst a vê qonaxê ye.

Em piştevanê xwişk û birayên xwe yên her çar parçeyên Kurdistanê ne.”

Hemû peyama Bafil Talebanî bi vî rengî ye:

“Em pêşwaziyê li peyama Abdullah Ocalan dikin û bi bawer in ev peyameke berpirsiyarane û pêwîst a vê qonaxê ye ji bo yekxistina rêzên Kurdayetiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li ser bingeh û jiyaneke hevpar ji bo avakirina paşerojeke geştir û aramtir ji bo gelê me.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê vê peyamê bi destpêk û qonaxeke giring dibîne û wek erkeke netewî ya berpirsiyar, piştevanê vê peyamê û serxistina her gav û projeyekê ye ku giyana jiyana hevpar û biratiyê di navbera Kurd û Tirkan de pêş ve bibe.

Em hêvîdar in em hemû bi hev re vê bangê qebûl bikin û gavên pratîkî ji bo gihiştina aştiya giştî û vê firsenda dîrokî wenda nekin ku Serok Mam Celal kevirê bingehîn ê wê ji sala 1993yan ve daniye.

Me her tim gotiye, em piştevanê xwişk û birayên xwe yên her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst