Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku du nêçîrvanên Amerîkî, li Semsûra Bakurê Kurdistanê du pezkovî kuştin û wêneyên wan belav kirin, ev helwesta wan rastî bertekan hat.
Du nêçîrvanên Amerîkî bi navê Michael Shaun Harris û Emieblcek Harris ji bo nêçîrê ji welatê xwe çûn bajarê Semsûrê.
Michael Shaun Harris û Emieblcek piştî ku destûra nêçîrkirinê ji Rêveberiya Parastina Sirûş û Parkên Nîştimanî wergirdgirin, derdikevin nêçîra pezkoviyan. Herdu nêçîrvan li herêmên çiyayî yên Semsûrê du pevkûviyan dikujin piştre wêneyên xwe ligel pezkoviyên kuştî belav dikin.
Li ser medyaya civakî kuştina pevkûviyan rastî bertekan hat.
Ji wan yek kesênku nerazîbûna xwe li hember kuştina pezkoviyan nîşan daye, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul e.
Parlamenterê Antalyayê Kemal Bulbul li ser hesabê xwe yê twittirê got: “Du qatilên ji Amerîkayê hatine qetliam kirine. Rêveberiya Parastina Sirûş û Parkên Nîştimanî ji bikujan re bûye alîkar û tawanbar e.”
ABD'den gelen iki katil katliam yapmış! Adıyaman "Doğa Koruma ve Milli Patklar Müdürlüğü" de katillere YARDIM ve YATAKLIK Yaparak suç işlemiştir...!!! https://t.co/3t58n5pWkK
— Kemal Bülbül (@Kemalbulbull) February 26, 2020
Her sal di heyama nêçîrê de hejmareke kesên biyanî bo nêçîrê diçin herdû bajarê Bakurê Kurdistanê Dêrsim û Semsûrê.
Pêştir mehekê xelkê Dêrsîmê xwestin rê li ber grûpek ku bi mebesta nêçîrê çûbûn bajarê wan bigirin û alozî derketibûn.
Nîştecihên bajêr derbarê nêçîrvanan giliyên xwe li aliyên peywendîdar kiribûn, lê jê ti encamek derneketibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse