Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke berfê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe, li Colemerg, Bedlîs, Mûş û Wanê rêyên hezar 414 gundan hatine girtin.
Li navendên navçe û bajaran jî xelk hewl dide ku der û kolanên xwe ji berfê paqij bike, li gorî zanyariyan li gundên Şemzînanê, bilindahiya berfê gihiştiye 3 metreyan.
Xwediyê otelekê Nîhat Kutlar anî ziman:
“Rêyen me hemû girtî ne, mêvanên me nikarin derkevin, gelekî berf bariyaye.”
Welatî Selahattîn Haznedar got:
“Rê hemû girtî ne û xelk perîşan bûye, cih nemaye ku em berfê lê kom bikin.”
Dikandarê bi navê Serhat Oguz jî li ser berfê da zanîn:
“Ez berfê paqij dikim ji bo ku xelk bikare were nav bazarê, berfê ku ji banan dikeve em paqij dikin.”
Li aliyê din li gorî agahiyên Parêzgeha Colemergê ji ber barîna berfê li navçeyên Gever, Şemzînan û navenda Colemergê rêyên 355 gundan hatine girtin.
Li beşek gundan jî elektrîk qut bûye, tîmên paqijkirina rêyan jî hewl didin ku rêyên gundan vekin.
Şofêr Ridwan Bulbul anî ziman:
“Em ji gundê Dêleziyê hatin, rêya me girtî bû. Berfeke zêde hebû, min otomobîla xwe zincîr kir û hêdî hêdî heta ez hatim.”
Ji ber barîna berfa zêde li navenda Geverê dikandar û welatî jî li rastî zorî û zehmetiyan hatin.
Li gorî pêşbiniyên keşûhewayê dê barîna berfê li navçeyê heta dawiya hefteya pêşiya me jî berdewam be.
Welatî Enver Kina jî anî ziman:
“Zivistanê berf zêde ye îsal li Geverê gelekî berf bariya, hûn dibînin rê girtî ne, her der girtî ye.”
Welatî Zekî Polat jî li ser xizmetguzariyê got:
“Xebat kêm in lê îsal li gorî salên borî baştir e, beşeke rêyên taxan zû hatine vekirin.”
Piştî barîna berfê li ser rêya di navbera Çelê û Colemêrgê aşît ketin, rê hatin girtin û piştî xebatên tîman rê hatine paqijkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse