Li 32 bajaran bi hinceta PKKyê 208 kes hatin desteserkirin

26-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta “endamtî û propagandaya PKKyê” 208 kes hatin desteserkirin.

Piştî kuştina 12 leşkerên Tirkiyeyê ji aliyê PKKyê ve, Tirkiyeyê êrişên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û bi “hinceta PKKyê” dest bi operasyonên desteserkirinê kiriye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li 32 bajaran operasyona bi navê “Kahramanlar-36” hatiye sazkirin û bi “hinceta PKKyê” 208 kes hatine desteserkirin.

Yerlîkaya got, operasyon bi hinceta “endamtiya PKKyê”, “endambûna baskê ciwanan ên bajaran”, “propagandaya PKKyê” û “komkirina alîkariya darayî” hatiye kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst