Helbestvan Hîcrî Îzgorenê 74 salî hat desteserkirin

26-11-2024
RÛDAW
Nîşan Hîcrî Îzgoren Desteserkirin Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd Hîcrî Îzgorenê 74 salî li mala xwe ya li Amedê hate desteserkirin.

Li Amed, Riha, Mêrdîn û Stenbolê di operasyoneke hevwext de gelek rojnameger û siyasetmedar hatin desteserkirin.

Endamê Sendikaya Nivîskaran a Tirkiyeyê, Komeleya Wêjekaran û PENê Hîcrî Îzgorenê 74 salî li mala xwe ya li Amedê hat desteserkirin.

"Em desteserkirina rojnamegeran qebûl nakin"

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê li ser desteserkirina daxuyaniyek belav kir û got:

"Em desteserkirina rojnamegeran qebûl nakin û demildest daxwaza serbestberdana wan dikin.

Di serî de raya giştî a demokratîk em bangî hemû civakê jî dikin ku xwedî li mafê xwe yê wergirtina agahiyan derkeve."

Hîcrî Îzgoren kî ye?

Hîcrî Îzgoren di sala 1950yî de li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji dayik bû û xwendina xwe li Amedê qedand.

Helbestvan Îzgoren pirtûka xwe ya yekem di sala 1981ê de derxist.

Hîcrî Îzgoren endamê Sendikaya Nivîskaran a Tirkiyeyê, Komeleya Wêjekaran û PENê ye

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst