Devlet Bahçelî: Kurd û Tirk ji aliyê ruhî ve bûne yek

Duh li 03:47
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajoya Nû MHP Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Devlet Bahçelî diyar kir ku hezkirina Kurd û Tirkan ji aliyê dînî û siyasî ve ferz e û her du millet ji aliyê ruhî ve bûne yek.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di "Sempozyûma Sedsaliya Wefata Ziya Gokalp" de axivî û li ser pêvajoya nû peyamên girîng dan.

Devlet Bahçelî di destpêka axaftina xwe de gotinên Ziya Gokalp bi bîr xistin û wiha got:

"Hezkirina Tirk û Kurdan ji hev re erkeke olî û siyasî ye.

Heger Tirkek ji Kurdan hez neke, ne Tirk e. Heger Kurdek jî hebe ku ji Tirkan hez neke ne Kurd e.

Bahçelî diyar kir ku di encama dîrok û erdnîgariya hevpar a 1000 salî ya navbera her du miletan de heye,  her du milet di xema ruhî de bûne yek.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Bahçelî amaje bi wê yekê kir ku Kurd û Tirk li hemberî xeteriyên hevpar radiwestin.

Devlet Bahçelî amaje bi gotinên Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavad Dervîşoglu jî kir û da zanîn ku divê ti kes di warê welatparêziyê de di xizmeta Tirkiyeyê de bi wan re hevrikiyê neke.

Devlet Bahçelî her wiha amaje bi êrişa li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) jî kir û îdia kir ku bi wê êrişê diyar bûye ku PKK û YPG dijminê Tirkan û Kurdan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst