Mezlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nû da

Duh li 02:30
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku eger êriş berdewam bikin dê bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê.

23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kareba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê û navendên tenduristiyê dike.

Mezlûm Ebdî li ser êrişan peyameke vîdyoyî belav kir û wiha got:

Gelê me yê bi rûmet, dostên me yên hêja, ev 4 roj in dewleta Tirkiyeyê bi şêwazeke hovane û bê sedem êrişên xwe didomîne.

Di van êrişan de binesaziya herêmê, saziyên girêdayî, Rêveberiya Xweser, saziyên medenî hedef digire. Kesên me yên sivîl hedef dike.

Di van êrişan de heta niha 17 însanên me şehîd bûne. Ji wan tenê 2 kes leşker in.

48 kes birîndar bûne û tenê ji wan birîndan 9 kes jê leşker in. Ew kesên din hemû sivîl in.

Ez ji bo malbatên şehîdan sersaxiyê dixwazim. Ji birîndarên me jî re ez şifayê dixwazim.

Ev 5 sal in dewleta Tirkiyeyê hewl dide zêdetir xaka me dagir bike lê di vê hewldanê de bi ser neketiye û wê bi ser nekeve.”

Mezlûm Ebdî diyar kir armanca wan êrişan ji holê rarkirina Rêveberiya Xweser e û wiha axivî:

“Hedefa bingehîn a Tirkiyeyê ew e ku Rêveberiya Xweser ji holê rabike, ewlehî û aramiya herêmên me lawaz bike û gelê me ji gun û bajaran koçber bike.

Êrişên li ser herêmên me ne tenê hêzên me û gelê me nake armanc.

Her wiha ew partî û hêzên ku bi me re kar dikin, çi hêzên hevpeymaniya navneteweyî û çi Rûsya be wan jî dike armanc.”

“Ti kes ji xaka ma derbasî Tirkiyeyê nebûye”

Mezlûm Ebdî di berdewamiya axaftina xwe eşkere kir ku ti pêwendiya wan bi êrişa Enqereyê re nîne û wiha berdewam kir.

“Dewleta Tirkiyeyê êrişên xwe yên li ser herêmên me bi êrişa ku di demên dawî de li Enqereyê bûye, girêdide û îdia dike ku êrîşkar ji xaka Sûriyeyê derbasî nav axa Tirkiyeyê bûne.

Ez piştrast dikim ku ti têkilî û pêwendiya hêzên me bi vê operasyonê re nîne.

Ti kesek ji axa me derbasî nav axa Tirkiyeyê nebûye û dewleta Tirkiyê jî nikare vê îdiayê piştrast bike.

Di Fermandariya Giştî ya hêzên me de biryarek heye ku li ser axa Tirkiyê û Bakur/ Bakurê Kurdistanê ti operasyonên leşkerî pêk neyên û qada têkoşîn û tevgera me ya leşkerî tenê qada Sûriyeyê ye.”

Mezlûm Ebdî amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin nakokiyên bi hemû aliyan re bi rêya diyalogê çareser bikin û ev êrîş zerarê didin hewldanên diyalogê û xeternak in.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku eger êriş berdewam bikin ew jî neçar in ku asta bersiva xwe ya rewa bilind bikin û dê bersivê bidin êrişan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst