Li Meletiyê qeza: 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

Duh li 11:59
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin otomobîla Aydin Kaya diajot li rêya Taxa Yakayê li otomobîla ku Ahmet Tan diajot da.

Li ser agahdarkirina kesên li wê derê, tîmên tenduristiyê, îtfaiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de ajokar Kaya û Tan û Muhlîs Tuncerê di otomobîlê de mirin.

Tîmên tenduristiyê birîndarên bi navê Î.A, M.K, O.K. û A.T. ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst