KERKÛK – Li hinek gundên Kurdan nifûsa Ereban zêdetir bûye

18 demjimêr berê
Herdî Mihemmed
Herdî Mihemmed
 Kerkûk / Wêne: Karwan Salihî
Kerkûk / Wêne: Karwan Salihî
Nîşan Kerkûk Erebên Hawirde Kurd Serjimêrî
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Bi sedan Erebên hawirde yên ku bi mebesta karê çandinî û sewalkariyê çend sal berî niha çûnê Kerkûkê hewl didin li herêmê mayînde bibin.

Hinek Erebên hawirde yên li Kerkûkê, ji bo serjimêriya Îraqê, navnîşanên xwe veguhastine wî bajarê Başûrê Kurdistanê.

Heta nifûsa wan Erebên hawirde li hinek gundên Kurdan ên Kerkûkê ji nifûsa Kurdan zêdetir bûye.

Pirsgirêka Erebên hawirde berdewam dike

Pirsgirêka Erebên hawirda ya bicihbûna li Kerkûkê berdewam dike.

Bi nêzîkbûna serjimêriyê re Erebên hawirde hewl didin bi awayekî mayînde li herêmê bimînin.

Hewaz Sedûnê ji bajarê Enbarê yê Îraqê, li gel hevjîn û 4 birayên xwe ev 5 sal in li gundê Zerdikê yê navçeya Pirdeyê bi cih bûne.

Ji bilî wan li gundê Zerdikê 21 malbatên din ên Erebên hawirde hene.

Ereb hewl didin li gundên Kurdan bi temamî bi cih bibin

Plana Erebên hawirde yên li wî gundî, ew e ku bi serjimêriya bê kirin re, li herêmê bi temamî bi cih bibin.

Hewaz Sadûn ji Rûdawê re diyar kir ku wan ji bo serjimêriyê navên xwe nivîsandine û got:

“Em ji Enbarê hatine. Em 22 malbat in û em li vir bi cih bûne. Piştî em hatin vir me ji vê derê sûd wergirt.

Hinek ji me bi sewalkariyê re mijûl in, hinek ji me cotkar in û em karê xwe yê rojane dikin.

Me navên xwe qeyd kirine lê yên nû hatine wan hîn jî navê xwe qeyd nekiriye.”

Li hinek gundan hejmartin bi dawî bûye

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed da zanîn ku li hinek gundan karê hejmartinê bi dawî bûye û agahiyên ku hatine wergirtin jî li sîstemê hatine zêdekirin.

22 malbatên Ereb di rojên destpêkê yên pêvajoyê de qeydên xwe birin gundê Zerdikê ku nifûsa gund bi tevahî ji Kurdan pêk dihat.

Nifûsa Kurdan ji ya Ereban kêmtir bûye

Niha nifûsa Kurdan li wî gundî ji ya Erebên hawirde kêmtir bûye.

Hinek gundiyên ku bi salan e ji cih û warên xwe bûne, dixwazin vegerin gundê xwe û navên xwe li ser gund qeyd bikin û beşdarî serjimêriyê bibin.

“Ev rewş metirsî ye”

Nadir Mihemedê ji gundê Zerdikê ji Rûdawê re got:

“Ev rewş metirsî ye, lewma ez bangî xelkê me yên li gundên Bîbanî û Salayî dikim, vegerin vir û navên xwe qeyd bikin.

Ji ber ku ji bilî Kurdan gelek kesên din bi hinceta DAIŞê û hinek tiştên din hatine li vê herêmê bi cih bûne.”

“Werin navê xwe binivîsin”

Niştecihekî din ê gund Sebah Mihemed jî wiha got:

“Em xwecihên resên ên vê herêmê ne û qeyda me li vir di serjimêriya sala 1957an de hatiye çêkirin.

Ez bangî xelkê me yê Kerkûkî yê li Kurdistanê yan jî li bajarên derveyî wê dijîn dikim, heta ji destê we tê werin vir û navê xwe binivîsin.”

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an hejmara şivanên Ereb bi rêjeyeke ne normal zêde bûye û tê gotin ku li hinek gundan hejmara wan ji nifûsa xelkê wê herêmê zêdetir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst