Agirî: Şivanek nêzîkî xala leşkerî mirî hat dîtin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Omer Denîz Şivan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, şivanek 200 metreyan dûrî xaleke pişkinînê ya leşkerên Tirkiyeyê mirî hat dîtin ku ji serê xwe derb xwariye.

Li gorî zanyariyan li gundê Cewekûmbetê yê navçeya Bazîdê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, şivanê bi navê Omer Denîzê 33 salî çû ber pez lê êvarê venegeriya mal.

Piştî ku keriyê wî bi tenê vegeriya gundî bi hawara şivanê 33 salî de çûn û ji bo dîtina wî xebatên lêgerîn da destpêkirin.

Di encama xebatên lêgerînê de termê Omer Denîz 200 metreyan dûrî xaleke pişkinînê ya leşkerên Tirkiyeyê hat dîtin ku ji serê xwe derb xwariye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji ber ku Omer Denîz cilên Kurdî li xwe dikirin leşkerên Tirkiyeyê bi berdewamî hişyarî didan wî û çend caran gef li wî xwarine ku ji wan re sîxurtiyê bike.

Sedema mirina Omer Denîz bi zelalî nayê zanîn lê tîman termê wî bir Saziya Tiba Edlî ya Agiriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst