HPGyê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

Duh li 03:14
RÛDAW
Nîşan HPG Gerîla PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku 30ê Hezîranê xwe ji dest daye eşkere kir.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de li Başûrê Kurdistanê li hemberî gerîlayên PKKyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.

Di van operasyonan de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê daxuyaniyek belav kir.

HPGyê ragihand ku her sê gerîlayan 30ê Hezîranê li Metinayê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Newal Mêrdîn: Navê wê yê fermî Nûdem Kurt e û ew li bajarê Îzmîrê ji dayîk bûye, bi eslê xwe ji Mêrdînê ye.

Dijwar Keleş: Navê wî yê fermî Serdar Duşerge ye û ew ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Jiyan Rêdûr: Navê wê yê fermî Darşîn Mûsa ye û ew Şamê li dayîk bûye, bi eslê xwe ji Kobaniyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst