Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Beşa Perwerdeya Kurdî ya Kerkûkê Kameran Elî encamên îmtîhanên îsal eşkere kirin.
Kameran Elî da zanîn ku îsal di îmtîhanên derçûyînê yên xwendekarên pola 6an a seretayî de, rêjeya serkeftina xwendekarên ku bi Kurdî dixwînin gihîşt ji sedî 85an.
Bi vê encamê, Perwerdeya Kurdî li seranserê parêzgeha Kerkûkê di rêza yekem de cih girt.
"Em bûn pergala herî serkeftî"
Kameran Elî îro ji Rûdawê re daxuyaniyek da û li ser encaman axivî û got:
“Encamên îmtîhanên şagirtên pola 6an hatin eşkerekirin. Rêjeya serkeftina şagirtên Kurd gihîşt ji sedî 85an.
Li seranserê Kerkûkê em bûn ew pergala perwerdeyê ku xwediyê rêjeya herî bilind a serkeftinê ye.”
Elî diyar kir ku di salên borî de rêjeya serkeftinê li derdora ji sedî 60î bû û wiha pê de çû:
“Rêjeya me ya serkeftinê ti carî ji sedî 65an derbas nekiribû. Tevî vê yekê jî em dîsa di rêza yekem de bûn.
Lê îsal ev rêje bi awayekî berbiçav bilind bû û em 15 puanan bi ser rêjeya serkeftinê ya pergala perwerdeya Erebî ketin.”
Amadehiyên taybet encam dan
Elî da zanîn ku li Kerkûkê nêzîkî 7 hezar xwendekarên Kurd beşdarî îmtîhanên derçûyînê yên seretayî bûne.
Elî destnîşan kir ku ev bilindbûna serkeftinê encama xebatên plankirî ye.
Wî diyar kir ku mamosteyan ji bo xwendekaran bernameyên taybet ên amadehiyê bi cih anîne û wiha axivî:
“Mamosteyên me îsal ji bo bilindkirina rêjeya serkeftina şagirtan planeke berfireh amade kir.
Wekî mînak, rojek beriya îmtîhanan wan bangî xwendekaran kir ku werin dibistanê û wan dersên xwe ducare di ber çavan re derbas kirin.”
"Me ew fêrî şêwazên pirsan kirin"
Elî her wiha da zanîn ku wan du hefte beriya îmtîhanan, li gorî formata îmtîhana fermî îmtîhanên ceribandinê çêkirine.
Wî li ser vê xalê jî got, “Me xwendekarên xwe fêrî şêwazên pirsan û rêbazên bersivdayînê kirin.”
Di çarçoveya Beşa Perwerdeya Kurdî ya Kerkûkê de nêzîkî 100 hezar xwendekar hene.
Kadroyên perwerdeyê û avahiya îdarî girêdayî Herêma Kurdistanê ne û bi vî rengî dixebitin.
Lê îmtîhanên fermî ji aliyê hikûmeta navendî ya Îraqê ve tên kirin.
