DÊRSIM - Kesekî dema hewl da çûka birîndar ji ser rê rake kamyonê lê da

16 demjimêr berê
RÛDAW
Kesekî dema hewl da çûka birîndar ji ser rê rake kamyonê lê da / Wêne: Ajans
Kesekî dema hewl da çûka birîndar ji ser rê rake kamyonê lê da / Wêne: Ajans
Nîşan Dêrsim Çûk Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê karkerê ku dema hewl da çûka birîndar ji ser rê bide alî, kamyonê lê da û bi giranî birîndar bû.

Cîhan Kacavayê 41 dalî ku li bajêr li fîrmayeke elektrîkl dixebite, li ser rêya Dersîm-Pêrtaqê dema bi kamyonetê diçû, li ser rê çûkeke birîndar dît.

Cîhan Karaca ji ajokarê kamyonetê xwest ku bisekine, Karaca ji wesayitê peya bû û ji bo çûkê xilas bike ber bi nîvê rê ve çû.

Di wê demê de kamyona ku ji wê rêyê derbas dibû, li Karaca qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan bi ambûlansê Karaca rakir Nexweşxaneya Dewletê ya li Dêrsimê.

Piştî midaxeleya ewil a li wê derê, Karaca sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekînê ya li Elezîzê hat kirin.

Dîmenên bûyerê ji aliyê kamêraya çavdêriyê ve hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst