Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kes hatin kuştin

26-07-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Qurwe Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qurweyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin.

Qaymeqamê Qurweyê da zanîn ku her du kes jî bi çekan hatine kuştin lê heta niha sedem nayê zanîn.

Qaymeqamê bajarê Qurweyê Xelîl Fîhlegerî doh ragihand ku du welatiyên tê texmînkirin karkerên zeviyekê bin, bi awayekî gumanbar bi çekê hatine kuştin.

Xelîl Fîhlegerî got, mezraya ku termên wan her du welatiyan lê hatine dîtin, di navbera Sirşî Ava û Qurweyê de ye û li gorî zanyariyan her du welatî sibeha sêşemê bi çekan hatine kuştin.

Qeymeqamê bajarê Qurweyê nasnameya qurbaniyan eşkere kir û got, navê yekî ji wan kesan M.G ye û 61 salî ye. Yê sin jî H.R ye û 42 salî ye.

Li gor daxuyaniya Qaymeqam, xwediyê zeviyê H.M jî birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Herwiha, Qaymeqamê Qurweyê got, heta niha têkildarî bûyerê ti kes nehatiye desteserkirin û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst