Li Semsûrê dest bi nûjenkirina avahiyên dîrokî hate kirin

26-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Semsûr Erdhej Avahiyên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, berhemên dîrokî yên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerar dîtin li gorî orjînalên wan têne nûjenkirin.

Herwiha li Keleha Kolikê xebatên nûjenkirinê dest pê kirine.

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ragihand, li Semsûrê û navçeyên wê 21 avahiyên dîrokî yên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerar dîtin têne nûjenkirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji wan avahiyên dîrokî 6 jê muzexane û 7 jî keleh in.

Ji bo nûjenkirina avahiyan pêvajoya plansazî û îhaleyê (tender) hatiye temamkirin û dê proje ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Weqfan û Rêveberiya Giştî ya Muzexane û Hebûnên Çandî ve were bi rê ve birin.

Li herêma erdhejên 6ê Sibatê bi tevahî 60 avahiyên dîrokî dê bêne nûjenkirin û destpêkê Mizgefta Ebdulqadir Axa, Mizgefta Kurşunlu, Mizgefta Eresê, Mizgefta Mezin, Mizgefta Fatikli û Dêra Katolîk a Rûm dê bêne nûjenkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst